SILÊMANÎ-ROJNEWS
Endama Lijneya Ragihandinê ya Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd ya li Başûrê Kurdistanê Helwêst Kerîm da zanîn ku amadekariyên ji bo Konferansê dewam dikin û got; “Divê liher çar beşên Kurdistan û Ewrupayê ji bihevre têbikoşin.” Platforma Yekitiya Netewî ya Jinên Kurd roja 27’ê Îlonê (2025) li Silêmaniyê ji bo giftûgokirina li ser amadekariyên Sêyemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd, civiyabû.
Biryar bû di çarçoveya amadekariyên Sêyemîn Konferansa Yekîtiya JinênKurd de, roja 4’ê Cotmehê (2025) li Silêmaniyê Konferansa Yekitiya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê bihata lidarxistin. Lê duh bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku ji ber salvegera wefata Mam Celal Talebanî ku sê rojan wê dewam bike û nêzbûna propagandaya hilbijartina Parlamentoya Iraqê, konferans ji bo demek nediyar hate paşxistin.
Derbarê civîna platformê û amadekariyên lidarxistina Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd de, endama Lijneya Ragihandinê ya Konferansê Helwêst Kerîm ji ajansa mere axivî. Helwêst Kerîm da zanîn ku Platfroma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd di 7’ê Nîsana 2025’an de hatiye avakirin. Helwêst got ku platform ji nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û civaka sivîl, çalakvan û rojnamevanan pêktê.
Helwêst Kerîm di dewamê de got; “Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ya li Başûrê Kurdistanê xwedî armance û kar dike. Yek ji armanca wê jî lidarxistina Konferansa Yekîtiya Jinên Kurde ku biryare di Cotmeha 2025’an de bê lidarxistin. Niha amadekariyên ji bo konferansê dewam dikin.”
Helwêst diyarkir ku Yekemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd di sala 2010’an de li parêzgeha Amed ya Bakurê Kurdistanê û konferansa duyemîn jî di sala 2012’an de li Hewlêrê hatibû lidarxistin. Helwêst got ku yek ji armanca platformê ewe ku konferansa sêyemîn li Silêmaniyê bê lidarxistin. Herî dawî Helwêst Kerîm got; “Divê têkoşîna jinan li her çar beşên Kurdistan û Ewrupayê bibe yek, dema rewşek çêbû jin dikarin li her derê dengê xwe bilind bikin. Ji bo vê pêwîste jin hîn zêdetir bên ceh hev û têbikoşin.”
بەستەری هەواڵەکە لێرە بەردەستە: رۆژنیوز




